Gewra Min..

#1
Gewra Min


bi mijgulên xwe
xwêdana eniya min
vemalî ne
hestên min
di bêdengiya xwe de
koçber in
li şevereşan
rondikên xeman
diniqutin
hembêza bêxewiya min
xêrnexwezan
ax û nalîn
li qolinca xewnan
siwar kirin
dilop dilop keda min
mijandin
axa bedenê diheje!!
li germa havînan
ciwanî dîl girtin
min
êş û tirsa dilê xwe
kedî kir
li biharan
gula Gulpik çilmisandin
li berbangan
çûkên beytik
hevparên sirên êşa min in
carnan
peşkên barana sibê
ji rûyê min xemgîniyê
difirîne
bêhna yasemînan
li giyana min direşîne
carnan
ewrên tarî xwe dispêrin
ber deriyê qefesê
bêhn li min diçike
peyv nîvco dimînin
hevok diqurmiçin
helbest
di gewriya pênûsê de
difetise
pênûs jî
di êşa helbestê de
dilerize
çavbirçî û binaran
kîn û nefret
di dûmana cixara min de
meyandin
sebir bû gule di devê lûlê de
rojan
ez mişextî tenêtiya şevê
kirim
çingîna bayê reş
di guhên min de dinale
giyana min
bi lapûşkên hovan
tê naperûçkirin
ez
kaptanê keştiya deryaya
ramanên bêbinî me
li nav çar dîwaran
bi neynokên dilê xwe
hêviyan dikolim
gewra min
ji lehiya bedewiya awirên xwe
qurtek av bide
lêvên min ên ziwa



Stockholm
Xizan Şîlan
 
Üst