Qûranî Kerîm bi zimanê Kurdî..

#1
Qûranî Kerîm bi zimanê .
Qûranî Kerîm bi zimanê Kurdî(Werger)
Kürtçe Kuran-ı Kerîm



Qur'an pirtûka pîroz a Îslamê ye.

Li gor dînê Islamê çar kîtabên munezzel, ango yên ji aliyê Xwedê ve hatine li ser rûyê erdê (nazil bûne). Her yekî ji wan bo pêxemberekî Xwedê bo rêsanedana wî bo insanan hatiye rêkirin.

Qur‘anî Kerim, gotinên Xwedê ye û ew di sala 610‘an, pistî Mîladê, bo Hz. Muhammed, gava ku ew 40 salî bû, di seva leylet el-qadirê ji aliyê Xwedê ve hatiye rêkirin. Qur‘an ji 104 sûretan (sûreyan), 6666 ayetan û 77.934 (77.437) gotinan hatiye çêkirin.

Beşa Yekem

Sûreta Fatîhe
Di Mekke da hatîye hinartînê û 7 berate ye.
1- Bi navê Yezdanê Dilovan ê Dilovîn
2- Çiqas pesindan û sipasî hene! Hemû ji bona Xuda yê cihanê ra ne.
3- Dilovan ê Dilovîn ewa ye.
4- (Ewa) serokê roja xelat û celatane.
5- Em hey xurî ji te ra perestî dikin û hey em ji te arîkarî dixwazin.
6- Tu me bîne ser rîyarast.
7- Ewanê te bi wan qencî kirine hene! Ewa rîya wan e. Rîya wan kesne te li wan xeşîm kiriye,
nîne û rîya wan kesne, ku tû ji wan bi xeşmî hêrs bûyî jî nîneû (rîya wan kesne) rê wunda û rê
wundanok bi xweber jî nîne.
(Tu evan dilxwazîne me li te bike.)

Sûreta Beqere
Li Medînê hatîye hînartênê û 286 berate ne.
Bi navê Yezdanê Dilovan ê Dilovîn
1- E.L.M. (Ji van tîpne di serê ferkeran da hatêne, tîpne ji hevçûyî tê gotine:Arşa wan e rastî hey Yezdan dizane).
2- Eva pirtûka hanê, tu dudilî têda tune ye, ku ji Yezdan hatîye hinartinê. Bi xweber jî bê dudilî beled e ji bona xudaparisan.
3- Xudaparis ew in, ku bi heyîne ne berçavî bawer dikin (Ça mafê hebona wan bi xwaberê jî). Û xudaparis, nimêja xwe dikin û ji wan tiştne, ku me ji wan ra xistîye rûzînî li hewcan disixurînin.
4- Û ew in (Muhemmed!) ku bi wan biryarne li bal te da hatine hînartin û bi wan pirtûk û biryame, ku di berya te da jî hatine hînartinê bawer dikin û ewan (xudaparis in) ku di nêzîk da bi ro (û danê dawyê da) bi xweber bawer dikin.
5- Ewa beledîya, ku ji Xudayê wan ji bona wan ra hatîye, evan li ser wê beledîyê ne û ewanê (ji aşîtan) fereste bûne (û gehîjtine armançne xwe) hey evanan in.
6- Bi rastî ewanê bûne filehene! Tu çi ewan (bi şapatan) bidî tirsandinê û çi (ewan bi şapatan) nedî tirsandinê, li bal wan yek e: hey ewan bawer nakin.
7- Yezdan li ser dilê wan û bîhîtina wan duruf kirîye û li ser dîtina wan bi xweber jî xêlî heye û ji bona wan ra şapatek e mezin heye.
8- Û ji kesan hinek hene, ku dibêjin: Me bi Yezdan û bi ro û danê dawyê bawer kiriye. Ewan bi xweber jî qe bawer ne kirine.
9- Ewanan, Yezdan û ewanê ku bawer kirine dixapînin; (gotina wan nîne) lê ewanan hey xwe, bi xweber dixapînin û ewan bi xapandina xwe jî aga nabin.
10- Di dilê wan da nexweşî heye, îdî Yezdan nexweşîya wan bi nexwaşî pir kirîye. Û ji bona wan ra bi sedema wan derewne, ku ewan dikiribûne; şapatek e dilsoz heye.
11- Û di gava ji wan : hatîye gotinê; “Hûn di zemîn da tevdanî nekin.” Ewan gotinê;” Bi rastî em bi xweber aştîkar in.”
12- Hûn hişyar bin! Bi *rastî hey tevdanok ewan bi xweber in, lê ewan bi tevdanokîya xwe jî agah nabin.
13- Û di gava ji wan ra hatîye gotinê; “Hûn jî bawer bikin, ça (misilmanan) bawer kirine.” Ewan gotinê: “Qey emê jî wekî evsanan bawer bikin? “Hûn hişyarbin! Bi rastî hey evsene ewan bi xweber in, lê ewan bi evseniya xwe nizanin.
14- Û di gava ewan rastî wanê bawer kirine tên, ewan ji bawergeran ra gotine; “Em bawer dikin.” Û di gava bi tenê bi pelîdne xwe va dimînin, ji pelînde xwe ra gotine: “Bi rastî em bi we ra nin, bi rastî hey em bi wan bawergeran tinaza dikin.”
15- Yezdan bi wan tinazan dike û ji bo ku ewan di koraya xwe da bi quretî bijîn ji wan ra dan dide.
16- Ewan in, ku rê wundabonî, bi beledîyê kirîne. Îdî kirîn û firotana wan kar ne kirîye û ewan bi xweber jî ne hatine li ser rêya rast.
17- Hecwekîya wan, wekî vê temtêla hanê; (ku yek di çola tarî da ji bona ronahîyê) agirekî hil bike (dora xwe dibîne). Îdî gava agir dora wî ronahî kirîye, heman Yezdan ronaya wan birîye û Yezdan ewan di tarîtîyê da hîştîye, îdî ewan nabînin.
18- Ewan (durûyan) ker in, lal in, kûr in. Îdî ewan ji temtêla xwe, li bal rastîyê da jî nafetilin.
19- Û ya jî hecwekîya wan wekî temtêla wan kesne, ku ji jor da tavya şilya ewrê reşê tarî, ku têda deng, reqereqa ewr û berqetavê hebe, bi wan da digire, wan ji tirsan têlîne xwe dixine gohne xwe (ji bo ku ji deng) nemirin. Yezdan bi xweber jî filehildane binê zanîna xwe.
20- Nêzîk dibe, ku berqetav dîtina wan behere. Çi qa ji bona wan ra ronahî çê dibe, ewan di
ronahî da diçin û di gava tarîtî li ser wan çê dibe, ewan radibin li pîya dimînin. Û şixwa heke
Yezdan bivê, wê bihîstin û dîtina wan behere. Bi rastî Yezdan bi xweber jî li ser hemû tiştan bi hêz e.
21- Gelî kesan! hûn perestîya wî Xudayê xweyê, ku hûn û ewan heyîne berya we da heyî afirandîye, bikin. Bi vî awayî bi rastî hêvî heye ku hûn xudaparisî bikin.
22- Yezdan ew e; ku zemîn ji bona we ra xistîye binrax û ez*man jî xistîye avayî. Û Yezdan ji ezman, avêk e wusa hînartîye; (ji bo ku ji we ra bibe dilik) Yezdan bi wê avê ber dane derxistine. Îdî hûn jî ji bona Yezdan rêhevrêyan negirin, Loma hûn bi xweber jî dizanin, ku hevrînê wî tune ne.
23- Û heke hûn dudil dibin, di wan biryarne ku me li ser bendê xweyê (Muhemmed) da hi-nartîye, hûn ji pêştirê Yezdan, gazî hemû arîkarê xwe jî bikin (heke hûn dikarin, ka) hûn jî ferkerek e wekî ferkerê wê bînin; heke hûn di doza xwe da rastin.
24- Îdî heke hûn ferkerkî wusa neynin û hûn nikarin jî bînin, îdî hûn xwe ji wî agirê, ku ji bona filan ra hatîye amede kirinê ardûkê wî, kes û kevir in, biparisînin.
25- Û (Muhemmed!) ewanê bawer kirine û ka*rê aştî kirine hene! tu mizgîna bide wan, ku bi rastî ji bona wan ra bihiştne dibinê (darê wan da) çemne avê dikişin, hene. Çi qa berêkî ji wan bihiştan ji wan ra tê dayînê (ji bihiştîyan ra) dibêjin: “Ewan berne me hêj di berê da xweribûn, evan in û hûn ji xwarin û berne cure cure ji me ra bînin.” Û ji bona wan ra di bihiştan da zone paqij hene. Û ewan bi xweber jî di bihiştan da hermanok in.
26- Bi rastî Yezdan fedî nake, ku mixmixkê bi hecwekî (ji bona derxistina mafê) bide nîşan kirinê û hej tiştne ji mixmixkê wêdatir jî. Îdî ewanê bawer kirine hene! şixwa ewan dizanin, ku ewa hecwekîya mafekî reste ji Xudayê wan e. Lê ewanê bûne file jî dibêjin: “ Ka Yezdan bi wan hecwekîyan çi vaye?” Yez*dan bi wan hecwekîyan pir kesan ji rêya rast dûr dixe û pir kesan jî bi wan tîne rêya rast. Bi wan hecwekîyan, hey ewanê ji rêya rast derketî wunda dibin.
27- Ewanê rêderketî he*ne! ew in, ku ji piştî peymana dane Yezdan, (ji bona baweri û perestîyê) Peymana xwe dişkênin. Û tişta Yezdan ferman kirîye, ku bi hev ra bin ewan ewe hevratîyî dibirin (sertêdana da û bav û pismanan). Û ewan di zemîn da jî têkilîyî di*kin. Evanan in hey ziyan dikin.
28- Hûn ça dibine file (û bi Yezdan bawer nakin)? Hûn mirî bûn, îdî ewî hûn zinde kirin. Paşê (Yezdanê) we bimirîne û paşê wê we dîsa zinde bike û hûnê paşê li bal wî da bizivirin.
29- Ewê ku hemûşk tiştne di zemîn da heyî ji bona we ra afirandîye heye! Ewa Yezdan e. Paşê ewa li bal ezman da fetilîye, îdî ewî ezman xistîye heft balokne jor da. Û ewa bi xweber jî bi hemûşk tiştan pir dizane.
30- Û gavekî Xudayê te (Muhemmed!) ji bona fereştan ra gotîye: “ Bi rastî ezê di zemîn da şûnmayekî bi afirîni.” (fereştan ji Yezdan ra) gotine: “Ka tuê di zemîn da ça ewan kesne, ku tevdanî dikin û xûnê dirêjin, biafirînî? Û em bi xweber jî te ji kemasîyan paqij dikin û sipazî (bi perestî) ji bona te ra dikin. “(Xudayê te ji wan ra) gotîye: “Bi restî ez bi tişta, ku hûn pe nizannn çêtir dizanim.”
31- Û (Xudayê te) bi nişa kesan hemûşk nav (û navdan) daye hînkirinê, paşê ewan tiştan ber fereştan ra avitîye, îdî (ji fereştan ra aha) gotîye: “Ka, heke hûn di doza xwe da rast in, navê van tiştan ji min ra bejin.”
32- (Fereştan, ji Xuda ra) gotine: “Em te ji kêmasîyan paqij dikin, bi rastî ji pêştirê wî tişta te bi me daye hîn kiri*nê, tu zanîna me tune ye. Bi rastî pirzanê bijejke hey tu bi xweberî.”
33- (Yezdan ji bona nişa ke*san ra) gotîye: “Adem! tu ji bona fereştan ra navê wan tiştan bêje.” Îdî gava Adem navê wan tiştan ji fereştan ra gotîye (ewan bêzar mane). Yezdan ji wan ra gotîye: “Min ji bona we ra ne got. Ku bi rastî ez bi veşartinê tiştne di ezman û zemîn da hene dizanim û ez bi wan tiştne ku hûn vedişêrin û diyar dikin jî dizanim?
34- Û di gava me ji bona fe*reştan ra gotîye: “Hûn ji bona Adam ra kunde beherin.” Îdî ji pêştirê pelîd, hemûşkan kunde bi*rin. Pelîd ji kunde birine para çû, ewî quretî kir. Û (pelîd bi xweber jî) bûye file.
35- Û me (ji bona Adem ra) gotîye: “Adem! Tu û bi tevê jina xwe va di bihiştê da bihewin hûn ji kêdera bihiştê divên, hûn di wura da (ji berê wê) bixun. Lê hûn herduk jî nêzîkê vê dara (da nîşana tiştan Şeceretul me'rifet) nebin. Îdî heke hûn nêzîkên wê darê bibin (ji berê wê bixun) hûnê bibine jiwanê cewrkar.”
36- Îdî pelîd ewan herduk jî ji bihiştê şimitandin û ewan herduk ji wan xweşîne, ku ewan berê têda bûn, derxistin. Me jî (ji bona wan ra) got: “Hûn ji bihiştê berjêr bibin, hinekî ji we, ji bona hinekne we ra neyar bin. Hûnê heya danekî di zemîn da bi vê temtêlê bijîn.
37- (Paşê) Adem ji Xudayê xwe çend peyv hildan (bi wan peyvan ji Xuda lava kirîye) Xuda jî lavaya wî litê kirîye. Bi rastî baxişgerê dilovîn hey Xuda ye.
38- Me ji bona (nişa kesan ra) gotîye: “Hûn hemûşk jî ji wi ra berjêr bin. Kîngê ji min, ji bona we ra beledîyek hatêbe; îdî kîjan ji we bibe peyrewê wê beledîya min, ji bona wî ra tu murûzîya ji (kêm xelat) û tirsa (ji şapatan) tune ye.”
39- Û ewanê bûne file û beratenê me didine derew dêrandinê hene! Hevrînê agir hey ewan in. Di agir da hey ewan in tim (gavan) dimînin.
40- Gelî zarne cihûyan! Hûn ewan qencîne min e, ku min bi we kirîye bîra xwe bînin. Û hûn ewê peymana min daye we pêk bînin, ku ez jî ewê peymana we pêk bînim. Îdî hûn hey ji min bitirsin.
41- Û (gelî zarne cihû*yan!) ewa (Qur’an) a min hinartîye heye! rastdarya wan (biryar û pirtûka) bi we ra he*ye dike. Hûn bi wê bavêr bikin. Û ewanê di cara yekem da bi wê filetî kirine hene! hûn nebine ji wan û hûn beratenê min bi perekî hindik nefîroşin. Îdi hûn hey parisîya min bikin.
42- Hûn bizanin, ji bona ku mafê veşêrin; maf û pûçîyê teve hev nekin.
43- Û hûn nimêja xwe bikin û hûn baca malê xwe bidin û hûn bi wanê, ku xwe (ji bona Yezdan ra) kûz dikin, xwe kûz bikin.
44- Hûn ça fermana kesan bi qencîyan dikin, hûn xwe jî bîrva di*kin û hûn bi xweber jî pirtûkê di xunin? Îdî qe hûn hiş hilnadin?
45- Û hûn ji Yezdan bi hewdana li ser perestîyê û bi nimêj kirinê, arikarî bixwazin. Eva xwastina bi vî awayî ji xêncî xudatirsan li ser merivan pir mezin e.
46- Ewanê guman dikin, ku ewanê rastî Xudayê xwe werin û bi rastî ewanê li bal Xudayê xwe da bizivirin, hene! Xudatirs ewan in.
47- Gelî zarne cihûyan! hûn ewan qencîne mi*n e, ku min bi we kirîye bîra xwe bînin û bi rastî min hûn li ser (rûnîştîne) cihanê rûmetdartir kirine.
48- Û ji wê roya, ku di wê roye da bi tu cureyî can ji ber canekî mayî ra nayê şapat kirinê û ji bona wî canê nûsitemkar tu mehderî nayê litê kirinê û ji bona ferestîya wî tu berberya bi tiştan jî nayê hildanê û ewan bi xweber jî nayêne arîkar kirinê, hûn xwe biparîsînin.
49- Û hûn (gelî zarne cihûyan!) gava min hûn ji hevrîne Fir’ewn fereste kiribûn, ku (ewan hevrîne Fir’ewn jî) bi şikê şapatan hûn didane şapat kirinê. Ewan serê zarne we ne kur in jê dikirin (keç) û jinê we para da didane jînandinê (bîra xwe bînin). Bi rastî di van şapatan da ji Xudayê we ji bona we ra ceribandineke pir mezin heye.
50- Û hûn ewê gava, ku me derya ji bona (ferestîya we) ji hev çırand, me hûn fereste kirin û hevrîne Fir’ewn jî me di avê da fetisandin we bi xweber jî li wan mêze diki*rin (bîra xwe bînin).
51- Û hûn ewê gava, ku me ji bona Mûsa ra peymana bi çil şevê dabû; (ji bona hinartina pirtûka bin av Tewrat li çîyayê Tûrusînayê) we bi xwe*ber jî li dûv Mûsa da ewa golika ji xwe ra bi perestî girtibûn, bi wê girtêna golikê bi perestî we bi xweber li xwe cewr kiribûn.
52- Me paşê ji wan nûsitemkarîyan, hûn baxişandin (bîra xwe bînin) dibe ku hûn sipazî bikin.
53- Û hûn ewê gava, ku me ji bona Mûsa ra pirtûk (Tewrat) û berewanîya di nîveka maf û pûçîtîyê dabû (bîra xwe bînin). Bi rastî hêvî heye, ku hûn werne rêya rast.
54- Û hûn ewê gava, ku Mûsa ji bona kûmalê xwe ra gotibû: “Gelî komalê min! Bi rastî, ji ber ku we ewa golika ji xwe ra bi perestî girtibûn, we li xwe cewr kiribûye, hûn ji wan kirine xwe para da li bal Xudayê xwe da bizivirin û hûn (dil xwazine) xwe bikujin (bi gotina wî nekin). Eva şîreta hanê li bal Xudayê we, ji bona we ra çêtir e. Îdî (ji piştî poşmanîya we Xudayê we) hûn baxişandin (bîra xwe bînin). Bi rastî hey Xuda bi xweber pir baxişkarê dilovîn e.
55- Û hûn ewê gava, ku we ji bona Mûsa ra gotibû: “Bi rastî heya ku em Yezdan ber çavî ne bînin, em bi te bawer nakin. Îdî dengê birûska bê hişî hûn girtîbûn, we bi xweber jî bi bê zarî mêze dikirin (bîra xwe bînin).
56- Dibe ku hûn sipazî bikin, paşê me hûn ji we xwava çûnê bi hişyarî rakirin.
57- Û me ewr li ser we da xistine sîwan û me li ser we da qarût û gezo hinartîye (me ji wan ra aha gotîye): “Hûn ji qencê wan rozîne, ku me bi rozîtî daye we, bi xwun” Ewan li me cewr ne kirîye, lê ewan bi xweber li xwe cewr dikiribûne.
58- Û gava me (ji wan zarne cihûyan ra) gotibû: “Hûn bikebine vî gundî (Qudis); îdî hûn ji xwarinne wî ça hez dikin. li kêderê bivên, wusa bixun. û we bi givivire û hûn bi kundetî di derî da bikebine hundur û hûn lava bikin, (aha) be*jin: Xuda! Tu gunehne me bibaxişîne, ji me dayne (di şûna peyva Hitetê. Hintetên di gotibanê).” Emê jî ji bona we ra gunehne we bibaxişînin û hêj emê ji bona wanê qencî kar ra, qencîyan pirtir bikin.
59- Îdî ewanê cewr kiribûne hene! Ewan; van şîreta hanê, bi wan şîretne, ku qe ji wan ra ne hatibûye getinê, guhurandine. Me jî li ser wanê cewr kiribûne ji ezmanan bi sedema ji
rê derketina wan, şapatek hinartîye.
60- Û gavekî Mûsa ji bona komalê xwe ra li avê digerîya, îdî me jî ji Mûsa ra got: “Tu gopalê xwe li kevir bixe.” Ji piştî ku Mûsa bi gopal li ke*vir da, ji kevir danzdeh kanî zan. Bi sond! Hemûşk kesan şûna av vexwarina xwe, dizanîyan. Hûn ji wan xwerin û vexwirinê, ku Yezdan ji bona we ra xistîye rozînî bixun û vexun û hûn di zemîn da bi tevdanî negerin (ji rêya rast dernekebin).
61- Û hûn (gelî zarne cihûyan! Evan qencîne me ne borî bîra xwe binin). Di gava we ji bona Mûsa ra gotibû;” Mûsa! Bi rastî em li ser xwarineke bi tenê nanivin. Îdî tu ji bona me ra bi lavatî gazî Xudayê xwe bike, ji bo, ku Xuda ji bona me ra tiştne zemin hêşîn dike ji zêrzewadan; kundur û xîyar û sîr û nisk û pîvazne ji zemin derdikebin bide me.” (Mûsa) Ji bona wan ra gotîye: “Qey hûn divên, ku ewan xwarinne qenc, bi wan xwarinne ne qenc bi guhurin? Hûn hemûşk îdî berjêrê bajar bin, bi rastî di bajara da ji bona we ra, hûn çi bixwazin heye.” Û li ser wan evsenetî û belengazî hatîye vegirtinê û ewan rastê xeşmeke ji Yezdan hatine. Evan şapatan, bi sedema ku ewan bi beratenê Yezdan dibûne file (bawer ne dikirin) Pêxemberne Yezdan bê mafî dikuştin, loma bi wan da hatîye. Erê! Eva şapata bi sedema gu-nehkarya wan û bi sedema ji re derketina wan e bi cewrkarî, bi wan da hatîye.
62- Bi rastî ewanê bawer kirine; (Misilman) û ewanê Cihû û ewanê Merinî (Îsawî) û ewanê sterk paris, hene! Ji wan kê bi Yezdan û bi dan û gavê paşîyî bawer bike û karê aştî jî kiribe, îdî ji bona wan ra li bal Xudayê wan, xelata wan heye û ji bona wan tirsa ji (şapatdan) û murû-zîya ji (kêm xelatîyê) tune ye.
63- (Gelî zarae cihûyan!) ewê gava, ku me ji we peyman stand û me çîyayê Tûr li ser we da bilin kiribû, me ji we ra gotibû: “Hûn bi hêz ewan biryarne ku me ji we ra daye, bigirin û hûn ewan şîretne ku di wan biryaran da hene (bîra xwe bînin). Bi rastî di be ku hûn parisî biken.” (Ji ber, ku çîyayê Tûr şûnwar bûye ji bona niqandina pirtûka bi nav Tewrat, eva pirtûka jî ji bona jîyana wan bi komalî û rêna tekoşîna wan têda hebûye, îdî çîy ali bal wan bi rûmet û pîroz û bilind û bi abûr bûye).
64- Paşê we dîsa pişta xwe daye peymanê, rûyê xwe fetilandine. Îdî heke rûmet û dilovanîya Yezdan e ku li ser we heye tune bûya, bi rastî hûnê bibûnan ji wanê ziyan kirine.
65- Bi sond! Hûn ewanê, ku di roya şemîyê da (neçîra masîyan kirine) ji biryaran borîne, dizanin; ka ewan kêne. Îdî me jî ji bona wan ra gotîye: “Hûn bibine meymûnê pê kenî û pintî.”(Ji piştî vê fermanê, ewan li kûdi xwûyan, komal bi wan dikenîyan; wusa bûn, îdî ji mala xwe derneketin, hinek ji wan di mala xwe da ji kovanan mirin).
66- Îdî me ewa şapata, ji bona wan merivne di gava wan da dijîtên û ji bona wan merivne, ku di pey wan da mane, xistîye beratek e sodretî û ji bona xudaparisan jî xistîye şîret.
67- Di gava Mûsa ji bona komalê xwe ra gotîye: “Gelê min! Bi rastî Yezdan fermana we kirîye, ku hûn çêlekekî ser jê bikin.” Ewan ji Mûsa ra gotine: “Qey tu bi me tinazan dikî?” Mûsa gotîye: “Ez xwe davêjime Yezdan, ku min ji nezanan biparisîne.”
68- Ewan ji (Mûsa ra) gotinê: “Ka (Mûsa!) tu ji Xudayê xwe lava bike, bira ji bona me ra diyar bike; ewa dewarek e çane?” (Mûsa ji bona wan ra) gotîye: “Bi rastî Xuda dibêje; ku ewa dewarek e wusa ne; ne pîr e û ne jî ciwan e, nîvwarî ye: îdî hûn bi tişta hatine ferman kirinê pêk bînin.”
 
Üst