Va îro ser sala me..

#1
Va îro ser sala me
Herin cem cîranê xwe
Pîroz bikin bav û dê
Bila maçikin çavên we

Bankin va hogirê xwe
Agir dadin li nav xwe
Cîhan bikin keskesor!
Pîrozkin ser sala xwe

Def û zirnê lêxînin
Govendê bi hevxînin
Dîlana keç û xortan
Em roja xwe pirozkin

Ser sala me roja sor
Eme bibin hêz û dor
Va dijminan derînin
Ala rengîn hildin jor!

Roja Fekîr li nav gulan
Bidin Hev dest û milan
Cîhan tev hev bibîsin
Rizgar dibê Kurdıstan.


Feqîr Ehmed
 
Üst